Serokê Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî biryar e evro digel rêberêt Hindistanê li New Delhi kom bibît di wextekî da ku alozîya sîyasî zêde dibît jiber têkelîya wî welatî digel rêkeftineka navokî digel Amerîka.
Serokê Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî Muhammed'l Beradeî dê digel Wezîrê Derveyê Hindistanê Pranab Muxricî kom bîtin ku herdu alî bi seredaneka rutînî didene zanîn.
Kom bûna wan di wextekî da tête kirin ku Partîya Komunîsta Hindistanê gefa diket ku dê piştevanîya xwo bo hikumeta birêvebirîya Partîya Kongresê vekêşît û daxwaza hilbijartinêt berî wext ket heke Neteweyêt Yekgirtî rêkê bidet hindek ji sazgehêt navokîyêt wî welatî bêxite jêr zêrevanîya Neteweyêt Yekgirtî û dibêjît ku ew rêkeftina navokî zêdegavî ye li serdarîya Hindistanê û dê hikumet bîte hevalbendeka nêzîk digel Amerîka.