Kombûneka li ser astê bilind nêvbera Amerîka û Rusyayê serkeftî nebî

Kombûneka li ser astê bilind nêvbera Amerîka û Rusyayê li Moskowê serkeftî nebî li çareserkirina jêknegirîyên nêvbera herdu welatan li ser plana Amerîkayê bo danana sîstema berevanîya muşekan li Ewropa.

Wezîra Derveya Amerîkî Condoleezza Rice û Wezîrê Berevanîyê Robert Gates pêşnîyarên xwo dane hevberên xwo yên Rusî bo kêm kirina perîşanîya Rusyayê, ku dibêjin ev sîsteme gefe ye bo ser Moskoyê.

Şanda Rusî daxwaza temama plana Amerîkayê kir li demê ku danustandin li ser wê kêşeyê destpêdiken.

Wezîra Derve Condoleeza Rice pêdana ku Amerîka dê berdewam bit li danustandinan digel Pollanda û Komara Çekê li ser wê projeyê.

Berî hingî serokê Rusî Vladimir Putin huşdarî da Amerîkayê da plana danana sîstema berevanîya muşekan ragirit.