Hêzên Turkî dor li 100 serhildayên Kurd girtîye li nêzî sînorê Iraqê

Dezgeha ragihandina dewleta Turkî dibêje hêzên hikumetê dor li nêzîkî 100 serhildayên Kurd girtîye li herêmeka çîyayî ya nêzîkî sînorê Iraqê.

Ajansa Peyamên Anadolu ya fermî duşema îro got hêzên Turkî serhildayan li parêzgeha Hakkarî ya başûra rojhilata Turkîye asê kirine piştî ku wan rêya revîna ber bi bakûra Iraqê ve li serhildayan girtîye.

Wezîrê Derveyê Turkîye gotîye her rê vekirî û rewa ye jibo şerrê dijî serhildayên Kurd û terorîstên li bingehên bakûra Iraqê.

Ji alîyekî din ve, karbidest dibêjin serbazekî Turk îro bi mayineke serhildayan hatîye kuştin li parêzgeha Tuncelî ku ji dûrve li bakûra sînorê Iraqê ye.

Leşkerê Turkîye herwisa dibêje hêzên wan roja yekşemê li Tuncelî di şerrekî de 15 serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê kuştine.

Yekîtîya Ewropî û Welatên Yekgirtîyên Amerîka sengîyê didine ser Ankara da ku bakûra Iraqê dagir neke.