Rêxistina Hîva Sor ya Iraqê dibêje nêzî du milyon û sêsed hezar Iraqî ku piranîya wan jin û zarok in, ji malên xwe revîyane û dinav Iraqê de bê cih û war bûne.
Di raportekê de îro Hîva Sora Iraqê ragihand ku piranîya xelkê derkirî ji ber nexweşî, hejarî û kêmxwarinê perîşan bûne. Dibêje piranîya xelkê derkirî li Bexdayê ne.
Dibêje zarok naçine dibistanê û di kon û mizgeft û dêr û avahîyên hikumetê yên valakirî de dimînin bêy av û elektrîk û bêy kes û karên xwe.
Li dû nûçeyeke tundûtûjîyê: îro li rojhilata Bexda bi teqîna bombeke li ser rê, yek kes hat kuştin û bikêmîve sê kesên din jî birîndar bûn. Li rojava Bexda karibdest dibêjin êrîşbirekî gulle berdaye endamekî civata taxa Xadra û ew kuştîye.
Ji alîyekî din ve leşkerê Amerîka dibêje hêza hevalbendîyê li navend û bakûra Iraqê di kiryarên dijî tora El Qaîde de pênc terorîst kuştine û 30 berguman jî girtine.