Bi êrîşeke xwekuj li Afganistanê bikêmîve 50 kes hatin kuştin

Li bakûra Afganistanê bi êrîşeke xwekuj bikêmîve 50 kes hatin kuştin ku bi kêmîve 5 ji kuştîyan qanundanerin.

Bombe îro teqîya dema ku endamên parlamanê seredana karxaneyeke şekir dikirin li bajêrokê Baghlan li bakûra Kabulê.

Yek ji kuştîyan Seyîd Mustafa Kazimî ye ku endamekî gelek binavûdeng bû û Wezîrê berê yê bazirganîyê bû.

Ji sala 2001 were heta niha îsal sala herî ku kuştin lê bûye ye li Afganistanê, ji dema ku hêza bi rêberîya Amerîka vî welatî dagir kir û hikumeta Talîban ji desthilatê anî xwarê.

Milîtanên Talîban li başûr û rojhilata welatî cihê xwe xweş qewî kirine û êrîş dikin serbazên Amerîka û NATOyê û bi buse û bombeyên xwekuj êrîşî serbazên Afganî dikin.