Hêzên Iranî deverên tuxîvî yên Kurdistana Iraqê topbaran diken

Piştî bu demê mehekê tuxîvê nêvbera Iran û Kurdistana Iraqê tehanî bixweve dîtî û çekdarên PJAK çalakîyên xwe dijî hêzên Iranî ragirtin roja Eynî hêzên Iranî çendîn deverên tuxîvî li Hacî Omeran û Jarawe topbaran kirn.

Herwesa roja Şembî hêzên Iranî deverên ser bi Sengeser û Sîdekan topbaran kirn.

Ev topbaran kirne li demekê ye ku Iran daxazê li Turkîye diket kêşa tuxîvîya nêvbera Turkîye û Herêma Kurdistanê bi rêkên danûstandina çareser biket û operasyonên leşkirî encam nedet, herwesa li demekê de ye ku çekdarên PJAK çalakîyên xwe yên çekdarî dijî Iranê ragirtîn.

Bu pêzanînên zêdetir, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.