Nunerên mafên mirova yên Neteweyên Yekgirtî seredana girtîxana binavûdenga girtîyên sîyasî li Burmayê kir wekî pişkeka lêvekolîna wê li ser tepeserkirina xwepêşanderên dijî hikumetê li vê dawîyê ji layê leşkerîyê welatî ve.
Peyamhinêra nunerê Neteweyêt Yekgirtî Paulo Sergio Pinheiro dît demê ew li girtîxana Insein li Ragoonê derkeft piştî bikêmîve du demjimêra evro duşembî seredana wê girtîxanê kir.
Her li dirêjîya seredana xwo bo Burmayê we çaverê tê kirin ku Pinheiro digel girtîyên sîyasî kom bibît û jimara rasta kuştîya yêt xwepêşandanêt vê dawîyê bizanît ku daxwaza reformên aborî û demokratî dikir.
Karbidestên Burmi dibêjin 10 kes hatîne kuştin û nêzîkî 3000 kes li demê xwepêşandana hatine girtin. Lê dîplomat û grupên mafên mirova dibêjin jimara qurbanîya zor bilindtir e.