Gul dibêjit mafê Turkîye ye li bakora Iraqê kiryarên leşkirî dijî serheldayên Kurd biket

Serokê Turk Ebdullah Gul dibêjit mafê Turkîye ye li bakora Iraqê kiryarên leşkirî dijî serheldayên Kurd biket.

Birêz Gul roja Yekşembî li Ankara ev axaftine kir, rojekê piştî leşkirê Turk ragehand ku zîyaneka mezin gehandîye serheldaya li devera tuxîvî ya nêvbera Turkîye û Iraqê.

Leşkirê Turk ragehand ku hêriş kirye ser giropeka 50 bu 60 serheldayan li bakora Iraqê.

Karbidestên herêmî yên Kurd li Iraqê dibêjin serbazên Turk nehatîne nav bakora Iraqê.

Herwesa leşkirê Turk roja Yekşembî ragehand ku du serheldayên Kurd roja Şembî li devera Şirnexê hatin kuştin.