Dezgehên Zanyarîyên Amerîkî dibêjin Îran bi nihênî programê çekên navokî her ji berî çar salan yê ragirtî

Raportên dezgehên zanyarî yên Amerîkî dibêjin Îran bi nihênî programê çekên navokî her ji berî çar salan yê ragirtî belê şîyanêt heyîn careka dî destpêbiketeve.

Herwisa raporta dîyar kir rijdîya Îranê yê kêm bûy bo dirust kirina çekên navokî ji berî niha.

Şîretvanê Parastina Niştimanî Stephen Hadley duhî duşembî ragihand ku raportên dezgehên parastina niştimanî dîyar diket ku Îranê bernamê dirust kirina çekên navokî di şeş mehên domahîkê ji sala 2003 yê ragirtî. Belê Hadley got Îran berdewam e di zaxkirina uranyumê da û çêdibit bête kar înan bo dirust kirina çekên navokî.

Rêvebirîya serok Bushî cîhanê han didit jibo xistina sengîyê li ser Îranê da bernamê çekên navokî yên xwo rabigrît.

Îro duşembîyê karbidestên Îranê dilxwoşîya xwo dîyar kirin li ser wan raportan û gotin eve dê harîkarîya Îranê ket jibo berdewam bûn di programê navokîya xwo da jibo mebestên aşîtîyê.

Ji alîyekî dî ve Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Ehud Barak dibêjît Îsraîl bawer dikit Îran hêjta berdewam e di dirust kirina çekên navokî da ku ev gotine rênakevin digel raportên dezgehên parastina Amerîkî.

Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert got ew dê sengîyê êxîte ser Washington heta rîya dirust kirina çekên navokî li Îranê bigrit.