Turkiya: 150 heta 175 serheldayên Kurd li hêrişên asmanî yên Turkî bu ser bakora iraqê hatin kuştin

Leşkirê Turkî ragehand ku bi tinê di rojekê da 150 heta 175 serheldayên Kurd li hêrişên asmanî yên Turkî bu ser bakora iraqê hatin kuştin.

Leşkirê Turkî roja sêşembî ragehand ku li operasyona roja 16 heyva 12 firokên Turkî hêriş kire ser jimareka bingehên Partîya Karkerên Kurdistanê.

Leşkirî herwesa ragehand ku roja 22 heyva 12 bi top û firokan hêriş ser bingehên dî yên PKK hatîn kirin.

Jimara qurbanîyên serheldayan yên hêrişên Turkî ji layê alîyên serbixwe nehatiye piştrast kirin.

Raportên nûçeyan radigehînin ku firokên Turkî roja sêşembî hêrişeka dî ya tuxîvdar kire ser bakora Iraqê. Jêderên Kurd yên Iraqî dibêjin firokên Turkî hêriş kire ser jimareka gundên herêmê.