Balyozê Berîtanî li Rûsya hujdarî da ku pilana Mosko ji bu dayêxistina du nivîsîngehên keltûrî yên Berîtanî di ziyanê gehînite têkelîyên nêvbera Rûsya û Yeketiya Ewropî.
Balyoz Anthony Brenton gote ajansa deng û basa Interfax bu heye Yeketîya Ewropî rêkeftineka hevkariyê digel Rûssya paş bêxît, lê wî got London bizavê naket bu ragirtina danûstandinên YE-Rûsya.
Li vê mehê, Rûsya fermana dayêxistina nivîsîngehên konsulxanên Berîtanî li bajêrên St. Petersburg û Yekaterinburg da.
Rûsya ragehand ku ew du nivîsîngeh serpêçiya qanona bac ya Rûsî diken.
Yeketiya Ewropî daxaz ji Rûsya kir ku pêdaçûnê bi fermana xwe biket.