Diplomatekê Amerîkî li Sudanê hat kuştin

Diplomatekê Amerîkî û şofêrê wî roja sêşembî li Xertûm, paytextê Sudanê, hatin kuştin.

Hukumeta Sudanî ragehand ku çekdaran demjimêr 4’ê sipêdê li şeqameka Xertûmê teqe li otombîla wî diplomatî kir.

Balyozxana Amerîkî li Sûdanê navê wî diplomatî ranegehand lê got bu Ajansa Amerîkî bu Pêşvebirina Nêvneteweyî kar dikir.

Navê şofêrê diplomatê Amerîkî Abdul-Rehman Ebbase û 40-salî û hevwelatîyê Sudanî ye.

Ajansên ragehandina Sudanî li ser zimanê karbidestekê hukumetê radigehînin çi belgeh nîne ku ev hêrişe karekê tîroristî ye.

Têkelîyên nêvbera Amerîka û Sudanê aloz bûne ji ber kêşeya herêma Darfur li Sudanê.