Du serbazên Amerîkî bi destê serbazekê Iraqî hatin kuştin

Leşkirê Amerîkî li Iraqê ragehand ku serbazekê Iraqî li heftiya bûrî teqe li hêzên Amerîkî kir û du serbazên Amerîkî hatin kuştin.

Leşkirî roja şembî ragehand ku ev serhatiye roja 26-ê meha 12 li parêzgeha Musil çêbu.

Leşkirî herwesa ragehand ku sê serbazên dî yên Amerîkî û zimangorekê Iraqî birîndar bûn û lêvekolîn berdewame.

Bi layekê dîve serok wezîrê Iraqî Nûrî El-Malikî roja şembî vegeryav welatî piştî du roj li nexoşxaneka Londonê biser bir.

Piştî gehiştina wî bu Bexda, birêz Malikî gote peyamhinêran ku rewşa saxlemî ya wî başe.