Felestînî berdewam in bo roja duwê ji tixubê Misrê derbaz dibin

Felestînî berdewam in bo roja duwê ji tixubê Misrê derbaz dibin bo kirîna kel û pelên xwarinê û kerestêt sutinê û tiştêt dî yêt nav malê ku li herêma Xezze kêm bûne piştî Îsraîlê derbazgehêt herêmê li heftîya buhorî dayêxistîn.

Nobetdarêt tixubî yêt Misrî nobetdarî li rêka dikin û rêkên hatin û çûnê nîşa Felestînîyan diden da nehêlin Felestînî ji bazarî dûrtir biçin.

Roja çarşembîyê Felestînîyan hindek dîwarêt tixubî peqand û derbaz bûne bajarokê Refeh yê Misrî.

Serokê Misrî Husnî Mubarek dibêjît wî ferman daye hêzêt parastinê da rêkê bidene Felestînîyan da derbaz bibin heke bê çek bin.