Hêrişa leşkirê Turkî li bakora Iraqê berdewamê

Hêzên leşkirê Turkî berdewamin li hêrişên xwe bo ser bakora Iraqê dijî serheldayên Partîya Karkerên Kurdistanê.

Ankara ragehand ku pênc serbaz û bi kêmî ve 44 serheldayî ewêt şeva pêncşembî hatîne kuştin. Lê PKK ragehand ku bi kêmî ve 20 serbazên Turk hatîne kuştin.

Bi layekê dîve, firokên leşkirê Turkî deverên Nêrwe û Rêkan li parêzgeha Duhokê topbaran kirin.

Berî du rojan çar pirên deverên Nêrwe û Rêkan bûne armancên firokên Turkî û hatine têkşikandin, ku ev pire nizîkî 120 gundên deverê pêkve girê diden.

Peyamhinêr Selam Balayî li Duhokê raportek amade kirye (Fayla dengî ya servey vê perê kilik bike - Dem 1:09)