Rice seredana xwe ya sê rojî ya bo Rojhilata Navîn temam kir

Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice seredana xwe ya sê rojî ya jibo Rojhilata Navîn temam kir bi piştrast kirina sozên ji alîyê rêberên Îsraîlî û Felestînî ve ku danûstandinên aştîyê carek din vejînin.

Rice ew rêkeftine dinav konferansek rojnamevanî de roja çarşembîyê li Urşelîm-Qudsê ragihand. Wê çi wextên dîyarî kirî jibo vejandina wan danûstandinan eşkera nekirin lê got agirbesek li Kerta Xezze weku mercekî nîne jibo dubare destpêkirina danûstandinan.

Roja çarşembîyê dinav ragihandinekê da serokê Felestînê Mahmud Abbas razîbûna xwe piştrast kir ku danûstandinan bivejînin û xwe ji daxwazek berî niha paşda kêşa ku li pêşda divîya agirbesek bête bicîh kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert roja çarşembîyê derengwext gote rojnamevanan eger çi êrîşên din yên muşekan ji alîyê Felestînîyan ve bo nav Îsraîl nêhêne kirin çi êrîşên zêdetir ji alîyê Îsraîlê ve dijberî Xezze birêve naçin.