Berbijarê opozisyonê piraniya dengên helbijardina serokatiya Taywanê ya roja şembî wergirt.
Ma Ying-jeou ji Partiya Niştîmanî 58 ji-sedê dengan wergirt, biramberî 42 ji-sedê bo Frank Hsieh ji Partiya Pêşveçûna Dîmokrat ya desthelatdar.
Herdu berbijaran soz daye ku têkelîyên Taywanê bi Çînê re pêşive biben.
Serokê nu dê cihê serok Chen Shui-bian girît, ku bu demê heşt salan serok bu.
Hukumeta Çînê encamdana danûstandinan digel birêz Chen ret kir û we bawer dikir ku birêz Chen kar diket bo serxwebuna Taywanê ji Çînê.