Negroponte îddîayên derbarê seredana wî ya Pakistanê red diket

Cîgirê Wezîra Derveya Amerîka John Negroponte ew tometbarîyane red kirîne ku dibêjin seredana wî jibo Pakistanê bi merema dîkte kirina sîyaseta ne bi hikumeta Pakistanê ya nû hatîye hilbijartin.

Îro pêncşembîyê li Karaçî Negroponte got wî çi bernameyek veşartî nîne û çi meraq nîne ku dest di bernamên sîyasî yên Pakistanê wer bidet.

Ew digel alîkarê Wezîra Derve Richard Bucher roja sêşembîyê gehêştine Pakistanê demek kurt berî serokwezîr Yusif Riza Gîlanî sonda yasayî bixwot.

Ji alîyek din ve rojnameyek binavûdenga Amerîkî didete zanîn Amerîka êrîşek asmanî dijberî milîtanêt El Qaîde li herêmên eşîretên Pakistanê zêde kirîne pişkek li ber nîgeranîyên li dor hindê ku dûr nîye rêberîya nû ya Pakistanê bixwazît astê operasyonê leşkerî nizim biket.

Raportên rojnama The Washington Post ji karbidestên navnebirîyên Amerîka veguhastîye ku Amerîka dixwazît hindî bikarît zêdetir zararê bigehînîte demûdezgehên El Qaîde berî ku hêzên serokê Paksitanê Pervez Muşerref li jêr hikumeta nû da bêne kêm kirin.