Li şer û lêkdanên nêvbera hêzên Iraq û çekdarên Şî’e bi kêmî ve 200 kes hatîne kuştin

Desthelatdarên Iraqî dibêjin li pênc rojên şer û lêkdana nêvbera hêzên Iraqî û çekdarên Şî’e bi kêmî ve 200 kes hatîne kuştin.

Zorîna qurbaniyan li Bajêrê Sedir li Bexda hatîne kuştin, ku bingehê çekdarên ser bi oldarê Şî’e Muqteda El-Sedire.

Peyvdarê wezareta saxlemî ya Iraqî dibêjit bi kêmî ve 75 kes li şer û lêkdan û hêrişên asmanî yên Amerîkî hatine kuştin û nizîkî 500 kes birîndar bune.

Li dîv raportên nûçeyan bi deyan polîsên Iraqî li Bajêrê Sedir çekên xwe teslîmî hêzên El-Sedirî kirîne û dibêjin ew şerê gelê xwe naken.

Serok wezîr Nûrî El-Malikî roja sêşembî ferman da hêzên Iraqî şerê çekdarên Şî’e li bajêrê Besre biken.

Xelkê bajêrê Besre dibêjin li hêrişeka asmanî ya hêzên Amerîkî roja şembî heşt kes hatin kuştin.