Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî îro sêşem kom dibe da ku li ser kêşeya paş hilbijartinê li Zimbabwe bi peyivin.
Berî kombûnê wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê ji cîhanê daxwaza ambargoya çekan kir bo vî welatê başûra Efrîqayê.
Komeleyên mafên mirovan dibêjin hikumeta Zimbabwe êrîşa dike ser endamên partîya MDC anku Bizava Guhorîna Demokratîk ya ku di hilbijartina meha çûyî de desthilata parlamanê bi desve anîbû.
Hikumet ev îddana red dike û endamên MDC gunehbar dike dibêje ew sucan dikin û piştra diçin xwe di bingeha partîyê de vedişêrin. Polîs evro zêdeyî 200 bizavkarên MDC yên ku heynîya buhurî li Harare ya paytext hatibûn girtin azad kir.
Komîsyona Hilbijartinê ya Zimbabwe hêjta encamên hilbijartina serokatîyê eşkerê nekirîye ku berî îro bi mehekê hatibû kirin.
Komîsyon dibêje wan jimartina nîvê dengan xelas kirîye û dibe ku vê heftîyê ev encam eşkere bikin. MDC dibêje berbijarê wan Morgan Tsvangirai zora serok Robert Mugabe birîye.