Robert Gates daxwaza bêtir seredanên bi taybet bo Îranê dikit

Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates dibêjit bêtir hevwelatîyên Amerîkî seredana Îranê bikit renge harîkarîyê bikit bo ferq û cewazîyê li nêvbera herdu welatan nehêlit.

Gates roja çarşemê li Washington bo grupeka berê yê dîplomatên Amerîkî û rêberên sîyasî axift. Wî got Amerîka divêt rêkên derveyê hikumetê bigere bo vekirina kanalên Amerîkî û Îranî.

Wî got gelek Îranî seredana Amerîka kirîye û karbidestên Amerîkî divêt seredana xelkê Amerîkî zêde bikit bo welatî.

Peyivdarê Pentagon duhî pêncşemê got Gates bi tenê behsa zêdekirina dîplomasî, aborî û sengîya leşkerî li ser Îranê kirîye.

Wî got ku Gates daxwaza danûstandina digel Îranê nekirîye.