Jimara miriyên erdhejîna Çînê li 60 hizar kesan zêdetire

Serok wezîrê Çînê Wen Jiabao dibêjit jimara miriyên karesata erdhejîna başora rojavaya Çînê li 60 hizar kesan zêdetire û tê pêşbînî kirin li 80 hizar kesan zêdetir be.

Wen di kombûnekê da digel sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-moon roja şembî li bajêrê Yingxiu, herêma Sichuan, jimara nu ya miriyan ragehand.

Birêz Ban li Çînê ye bo seredanî kirina deverên erdhejîna roja 12-ê Gulanê.

Berî ragehandina roja şembî, karbidestên Çînî got jimara miriyên karesatê pitire ji 55 hizar kesan û nizîkî 25 hizar bê ser û şîn çûyne.