Qurbanîyên erdhejê li Çînê xwe amade dikin li hember egera çêbûna lêmiştê

Rûniştvanên gundê Tianlin li başûrê rojavaya Çînê zengil û bilindgoyan berhev dikin bo amade bûnê li hember egera çêbûna lêmiştê eger bêt û gola di encama erdhejê de çêbûyî biteqît û berev bi bajêrkî wan bikevîte rê.

Karbidestan pitirî 150 hezar kesan ji nêzîkî wê avê ku dibêjinê gola erdhejê veguhastîne. Wan bi milyonan dolaran terxan kirîne jibo serederî kirina digel wê golê û çendîn golên dî yên weku wê û ew golên avê piştî çêbûna erdheja bi hêz ya 12ê vê mehê li wilayeta Sichuan di encama berbend bûna xuristîya rûbaran da çêbûne.

Serokwezîran Wen Jiabao dibêjît serederî kirina digel wan golêt erdhejê dinav karên wanên herî destpêkê de ne.