Wezareta
Berevanîya Afganî dibêjît hêzêt Afganî û yêt biyanî bi sedan milîtanêt Taliban
li gundêt başura Afganistanê derêxistîne.
Karbidesta evro got hêrîşa mezin ya du rojî bi harîkarîya helîkoptera,
militanêt Taliban li jimareka gunda derêxistin li herêma Arxandab li parêzgeha
Kandahar.
Fermandarê Kandahar got bi sedan xirabkar, gelek ji wan Pakistanî ne, hatine
kuştin yan birîndar kirin belê NATO ev
gotine piştrast nekirîne.
Wezareta Berevanîya Afganî got bi tenê 56 milîtan hatine kuştin û du serbazêt Afganî
di wan hêrîşa de hatine kuştin.