Mîrgehên Erebî li deynên Îraqê xweş dibe

Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî li deynên Îraqê xweş dibe ku nizîkî heft milyar dolar e.

Mîrgehên Erebî her wusa balyozê xwe li Hîndîstanê wekî balyozê nû jibo Îraqê destnîşan kir.

Ajansa dengûbasa fermî ya Mîrgehên Erebî roja Yekşemê li ser zimanê Serokê wî welatî ragihand ku Mîrgehên Erebî li çar milyar dolar deynên Îraqê û sê milyar faydên deynî xweş dibe.

Ev ragihandine hevdem e ligel seredana Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî bo wî welatî.