Bo pişikdarî kirin li kombûna heşt dewlemendtirîn welatên cîhanê, ku bi Giropa 8 dêne niyasîn, serokê Amerîkî George Bush li Japonê ye.
Li konferanseka rojnamevanî digel serok wezîrê Japonê Yasu Fukuda roja yekşembî, serok Bush got ew li rêûresma vebûna yariyên Olempî li Bêjîngê amade dibe û got amade nebûna wî bê rêzî ye bo gelê Çînê.
Kombûna lutkeyî ya G8 roja duşembî li girava Hokkaydo birêve diçe û bilind bûna nirxê xarin û petrol û pêşkeş kirina alîkariyan bo Afrika li servey karnama kombûnê ne.
Bo pêzanînên pitir, raporta servey vê perê kilik bike. (Dem 3:33)