Amerîka her dijî diyar kirina demekî ye bo vekêşana serbazan li Iraqê

Rêveberiya serok Bush ragehand ku her dijî diyar kirina demekî ye bo vekêşana hêzên bi rêberiya Amerîka ji Iraqê ku bo hebûna wan li wî wilatî çi şert ne hatîne danan.

Peyvdara Seraya Sipî Dana Perîno roja çarşembî li Japonê gote peyamhênêran ku Amerîka her dem dijî diyar kirena demekî ye bo vekêşanê serbazan. Wê got rêberên Iraqê hevbîrin digel helwêsta Amerîkî ku biryar dê liser destûdarê Iraqê rawestit.

Roja sêşembî, şirtvanê niştîmanî yê Iraqê Mouwaffaq El-Rubaie got Bexda dê dijî her rêkeftineka parastinê bit digel Waşintonê ku demekî bo vekêşana hêzên bi rêberiya Amrîka diyar neket.

Serok wezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî bo cara yêkê roja duembî pêşnyaza diyar kirina demekî kir bo vekêşanê.