Leşkerê Turk Bakurê Iraqê Bombebaran kir

Ji aliyekî ve tengezariya siyasî ya li Turkiyê û doza girtina li dij partiya desthilatdar AKPê berdewam e şer û pevçûnên navbera serbazên Turk û çekdarên PKKê jî ranawestin. Piştî ku di du rojên çûyî de li navçeya Base ya Şirnexê sisê, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê yek û li navçeya Kaxizman a Qersê jî yek bi giştî pênc serbazên Tirk hatibûn kuştin duh bi şev jî artêşa Turk bombe barandin bi ser bingehên PKKê yên li Bakurê Iraqê.

Karbidestên Turk ragihand di 26ê mehê roja şemiyê nîvê şevê 12 bingehên PKKê yên li herêma Qendîl hatine bombebaran kirin. Hat ragihandin firokeyên cengî yên artêşa Turk ku ji bingeha leşkerî ya li Diyarbekirê rabûne saet dora yek û nîvan de li herêma Qendîlê deverên wekî Qeletoka, Dolakokê, Suredî, Kortek, Dola şehîdan, Merodu û Kanî Cengî ji xwe re kirine armac.

Her weha firokeyên cengî yên Turk li ser navçeya Sîdeka ya bi ser Hewlêrê jî nizm firiyane. Hat ragihandin di encama van bombebarandinan de tu kes nehatiye kuştin lê belê êrîşan gundiyên deverê xistine nav tirs û fikaran.

Ji aliyê din de jî li nêzî gundê Helena ya li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemêrgê qemyonek li mayinekî qelibî û di encamê de 3 kes hatin kuştin. Karbidestên Turk ji ber vê teqînê serhildayên Kurd berpirsiyar girtin lê belê PKKê derbarê vê bûyerê de hîna daxuyaniyek nedaye.

Hevdem, gêrîlayên PKKê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê êrîş birin ser bingeheke leşkerî. Serhildayan ji ser çiyayê Gumanê ku bi qasî sê kîlometre dûrî bingehê ye bi rokêt, hawan û çekên giran êrîş bir ser serbazan. Di encama vê êrîşê de di navbera serhilda û serbazan şer rû daye. Lê belê agahî nîn in ka di şer de serbaz yan gêrîla hatine kuştin yan na.

Piştî êrîşa gêrîlayên Kurd artêşa Turk devera daristan bombe kir ku di encamê agir bi daran ket. Lê xelkê deverê dibêjin serbaz nahêlin ku gundî agir vemirînin ji ber ku guman dikin gêrîla xwe di daristanê de vedişêrin. Him şaredarê Şemzînanê him jî nûnerên rêxistinên sivîl ên li navçeyê li dij vê yekê nerazîbûn nîşan dan.

Ji aliyên din de jî serhildayan li navenda bajarê Colemêrgê êrîş bir ser bingeke polêsan. Hat ragihandin çendîn roket li avahiya polêsan ketine lê tu kes nehatine kuştin.