Serokê Amerîka George Bush pesna bilindbûna azadîya aborî û sîyasî li seranserî Asya didet

Serokê Amerîka George Bush pesna bilindbûna azadîya aborî û siyasî li seranserî Asya didet û daxwazîyê ji Çînê diket rêzê li mafêt mirov yêt bingehîn bigrit.

Dinav axaftinekê de îro pêncşembîyê li Bangok a paytextê Taylandê birêz Bush pesna hevalbendîya aborî û dîplomasîya Amerîka digel Beijingê da lê belê pêda girt Amerîka bi awayek mukim dijberî girtina çalakvanêt sîyasî mafên mirovan û yên olî ji alîyê Çînê ve radiwestit.

Serok û rêberên Çînê piştrast kirin ku rêkdana bi azadîya raderbirînê û herwisa azadîya olî çi gefeyan bo ser paşeroja Çînê çênaket.

Birêz Bush dereng wext îro berev Beijingê diçit, cihê ew roja eyniyê pişikdarî rêûresmêt vekirina yarîyêt Olîmpîka 2008ê bit.