Firokeya Spanî ji Madrîdê berev bi
havîngeha Giravên Kanarya ve dîçû. Şahid
dibêjin firoke xwestîye ku bi hewayê keve belê bi ser rêka firokexanê ve kaş
bûye û ji nişkêva agir pê ketîye.
Di destpêkê de agahîya di derbarê çewanîya bûyerê de zêde ne
dîyar bû, belê raport dibêjin ku agir bi yek ji makîneyên firrokeyê ketîye.
Firokeya ku li Madrid ket xwarê MD-82 bû û yek ji firokeyên McDonnell Douglas
MD-80 bû ku ji salên 1980 yan were heta niha dihatin bikar anîn.
Şarezayek dibêje dibe ku lêkolîna li ser egera ketina firokeyê zêdeyî salekê jî bidome.
Şirketa hatinûçûna asmanî ya Spainair di bin baska şirketa
Scandinavian , SAS. de kar dike.