Balyozê Amerîka jibo Neteweyên Yekgirtî ji alîyê karbidestên
pillebilindên rêveberîya Bush ve kefte ber pirsyaran li ber wê pêywendî
kirina bê agahdar kirinê digel Asif Alî Zardarî yê Pakistanê ku hatiye
binav kirin weku serok ku cihê Pervez Muşerref bigrît.
Li gor raportekê roja sêşembîyê dinav rojnameya New York Times da
hatî karbidestên Amerka liber çendîn peywendîyên telefonî yên Zalmay
Xelilzad û plana wî ya kom bûnekê digel hevjîyê serokwezîra berê
Benazir Bhutto heftiya bêt li Dubai ture bûne.
Dinav nameyek elektronîk de ku ji alîyê rojnamê ve hat belav kirin
cîgirê Wezira Derveya Amerîka Richard Boucher sebaret bingehê pêywendî
kirinê pirsyar li wî dîplomati kir piştî ku zanî bû Xelîlzad plan heye
şiret û alîkarîyan bidet Zardarî.