Iran harîkarîya Nijerya dike bo hevbeş kirina teknolojîya navokî

Îran dibêje ew razî bûye bo teknolojîya navokîya xwe hevbeş biket digel Nijerya da ku harîkarîya welatê Efriqa biket bo baş kirina û destpêkirina berhem înana hêza xwe.

Serokê şandeya Îranê Mihemmed Elî Zaxamî li paytextê Nijerya roja pêncşemê got ji mafê welatê wî yê bo dê gihîştina navokîya xwe hevbeş biket digel Nijerya.

Karbidestekî bilindê bazirganîyê hewiha got Nijerya maf heye bo bikar înana jêderên paqij yên vî hêzî demê nifta xam nemînit.

Karbidestekî Wezareta Derveya Nijerya behsê wê rêkeftinê kir û got ew rêkeftin bi tenê bi mebesta teknolojîya navokîya silamet e bi xeletî neyête bikarînan wekî muhamelakê ji alîyê Nijerya bo bidestve înana bernama çekan.

Karbidestên herdu welatan çend pêzanîn li ser wê rêkeftinê berdest kirin.

Îran dibêje ew teknolojîya navokî bi pêşve dibit bo hêza kehrebaye herçende hinek welatên rojava texmîn dikin ku Îran li dû çekên navokî digerit.