Hevpeyvîneka taybet digel serokê Herêma Kurdistana Iraqê

Di hevpeyvîneka taybet de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, birêz Messud Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê basê dawîtirîn pêşveçûnên siyasî li Herêmê û têkeliyên nêvbera Hewler û Bexda û pirsên girêdayî bi Iraqê ve diket.

Sebaret bi giriftên nêvbera Kurd û Bexda, serok Barzanî got ew giriftên dîrokî ne bi taybet pirsa Kerkukê û deverên dî yên kêşe liser û li destûrê Iraqê hatiye ku merca mana Iraqê bi yek parçe pabendbûne bi destûrê Iraqî.

Serok Barzanî got bizav dihêne kirin bo kêm kirin û bêhêz kirina rolê Kurdan li Bexda, lê ev bizave serkeftî nabin ji ber ku Kurd bi lawazî li Bexda nabin.

Bo bihîstina tevava heyvpeyvîna Belên Salih digel serokê Herêma Kurdistanê, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike.