McCain û Obama ragihandineke hevpişk belav kirin li ser kêşeya aborîyê

Kandîdayên serokatîya Amerîka Barack Obama û John McCain roja çarşembîyê hatine bal hev ku raghihandinek hevpişk belav bikin û têde daxwaza dest bi kar bûna Kongresê li ser plana bi hawar çûna aborîya welatî bikin.

Ew ragihandine wê plana çendîn milyar dolarî ya rêveberîya Bush bi kêmasî da nasandin lê belê eşkera kir ku welat nikarît aborîyê biêxît ber karesatekê.

Ew ragihandine didete zanîn Demokrat û Komarî divîya niha ji tixubê sîyasetan derkevin û pekva kom bibin jibo berdest kirina qazancê xelkê Amerîka.

Berî hingî çarşembîyê kandîdayê Komarî John McCain got ew hewlêt xwe yet hilbijartinan radigrît da ku sengîyê bikete ser alozîyên diravî ku welat tevda berev rû bûye.