Surî huşdarî da bo girtina  balyozxana Amerîka

Paş kiryareka li rojava Surî ku Dîmeşq dixe stuwê hêzên Amerîka, balyozxana Welatên Yekgirtîyên Amerîka li paytextê Surî agahdarîyeke huşdarîyê bo Amerîkanîyên li vî welatî ne belav kir da ku ew hay ji xwe hebin.

Balyozxane dibêje "bûyerên jinişkêva" dibe ku bike karbidest balyozxanê demûdest bêy muhlet ji xelkê re bigrin.

Surî gilîyê kiryara bi helîkopteran ya roja yekşembîyê ji Neteweyên Yekgirtî re kir.

Di nameyekê de bo Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî, ku roja sêşembîyê hate belav kirin Surî daxwaz ji welatên endamên N.Y. kir ku nehêlin hêrîş dubare bibe û wê kiryarê wek bi girîngî şikandina serwerîya Surî binav kir.

Nameya Surî herwisa dibêje divê ku Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirî li dij ewên ku berpirsyarên wê kiryarê ne bizavekê bike û dibêje di wê kiryarê de tevî zarokan heyşt kesên sivîl hatine kuştin. Nasnameya kesên hatine kuştin bi şêweyeke alînegir nehatîye pişterast kirin.

Hikumeta Surî roja sêşembîyê dibistanek Amerîkî û navendeke çandîya Welatên Yekgirtî li Şamê girtin weke bersiva wê hêrîşa bi helîkopteran.