Bi milyonan Afîqî ji hal ketin jiber ku bişev heta sibehê bêy xew man da ku bibînin gelo dê Amerîkîyek bi resen Afrîqî bibe serok an na. Peyamhinêrê Dengê Amerîka Peter Heinlein beşdarî şahîyeke şevê bû tevî rojnamevan û siyasetvanên bi heyecan li Addis Ababa li wî cihê ku herkes jibo rojekê xwe wek Amerîkîyek hesiband da ku tevlî vê hilbijartina dîrokî bibin.
Li vî xanîyê maleke dewlemend li Ethiopia şev dirêj e li ber televizyonê. Heyecana xelkê li hundur geh bilind e geh li jêr e û hest nayêne kontrol kirin. Ji mêjve wext li ser nîvêşevê buhurîye belê televîzyon hêjta xelkên ku di dorê de ne nîşan didin da ku dibin baranê de di dorê de ne û li bendê ne ku dora wan were û dengê xwe bidin. Şîrovevanên li ser televizyonê dem dubuhurînin da ku wextê girtina yekem cihê dengdanê bêt.
Dibêjin "Bizava Obama gelekî jixwe bawerin ku dê Obama îşev biserkeve." Herwisa stratejîstek tîne zimên" Belê heta niha nekifşîyek jî heye. Ez ecêb bi heyecanim."
Ev şîrove tirsek dixe dilê xelkê li hundurê vî xanîyî. Ev der Afrîqa ye û li vê odeyê tu piştevanên McCain nîne.
Deresse Kassa profesorek li Zanîngeha Addis Ababa ye û dibêje ew jibo tu hilbijartinan ewqas derengê şevê bê xew nemaye. Belê dibêje ev wextek wisa ye ku ew tucar naxwaze ji destê wî biçe.
Kassa Dibêje "Dîrokek Amerîka heye ku lê civata Amerîkîyên bi resen Afîqî têkoşîn kirîne ku ew wek hevwelatî bêne dîtin û da ku maf û bilindîya dengdanê bidestve xin. Bi dîrokek wisa tije nerewayî û jihev cûdabûyînî, tenê bûna berbijarîya serokatîyê ji Partîya Demokratîk bixwe jî serkeftineke mezin e jibo vî gelî."
Televizyon pêketîne li vê şerqê sibêhê demê ku encamên yekê yên hilbijartinê têne ragihandin. Dilê bîneran geş e bi nûçeyên ku têne belav kirin.
Rojnamevan Lulit Amdamariam dibêje ew gelek bi heyecan e jiber bi gotina wê ew dê şahidîyê li "demeke mezin" bike. Dibêje "Em dê heta dawîya şevê li vir bin, heke bivêt 32 demjimêr jî."
Lulit ne Amerîkî ye belê bi salan li Welatên Yekgirtî jîyaye û li Zanîngeha Howard xwendîye li Washington DC.
Dibêje "Min xwendina xwe li zanîngeheka xelkê reş kirîye jiber wê ez dizanim ev yek tê çi maneyê jibo civata gelê reş li Welatên Yekgirtîyên Amerîka. Ev berbijarek wisa ye ku hemu cîhan dikare xwe lê bigre"
Hevkara Lulit Tamrat Negera editora rojnama bi zimanê Amharî Addis Neger tucar li Amerîka nejîyaye lê belê ew jî dibêje ew têdigihîje ka gelo ev hilbijartin ji Amerîkîyên bi resen Afrîqî re tê çi manayê.
Ev demek e ku lazime jibîr neçe. Her çiqas hin Afrîqî roja çarşembîyê bêy xew jî mabin, îhtîmala yekem kesekî reş bibe serokê Amerîka wek xewnekê li ser vê zevîya Afrîqa belav bû.