Amerîka pêgîre bi alîkarî kirina xelkên din

Alozîa aborî ya vê daviyê wê bûye egera pêda çûna bilez bi siyasetên Amrîka di gelek waran de. Her çend ew pêngav mezin û berfire bûne, lê belê rêveberiya Bush bi awayek pêdagir hizra kêm kirina alîkariyên derve red kirî ye.

Amerîka pêgîre bi sozên xwe li dor alîkarî kirina hejarên cîhanê û piştîvanî kirina welatên rêkek rast didin berxwe jibo baştir kirina rewşa xelkê xwe . ber wê çendê jî Amerîka bawir diket dê xeletiyek mezin bît eger welatên bexşîne dikin alîkarî yên xwe rabigirin yan kêm bikin, bi taybetî bi welatên di pêşkeftinê de yên li ber gelek der encamên wê hêdî bûna aborî azarê dibînin.

Serokê Amerîka George W . Bush gote pitirî 500 karbidastên biyanî, karmendên alîkarî yê û kesên din ku li 21 ê meha 10 pişikdarî kombûna pêşvebirinê bûn li seraya sipî, Amerîka pêgîre bi sozên xwe û Amerîka diviya pêgîr bimînit bi pêşvebirina navnetevî bi wan egeran ku her dem rastin ser ray xirab bûna rewşa bazaran. Wî got dine dana pêşveçûna navneteweyî ne tinê alîkariya wan welatan diket belko xizmeteke ji bo berjewendiyên tenahî û aborîa Amerîka jî. Wî daxaz li serokê nû yê Amerîka kir, li ser vî erkî berdawam bît.

Demê dinav wê civînê de di axivt wezîra derve ya Amrîka Condoleezza Rice ew nîgeranî dobare kirin û got sist bûna liser pêgîr bûna me bi alîkarîa hejarên cîhanê re dê biryarek ne di cihê xwe de bît. Ji sala 2000 ê pêde Amerîka alîkarîêyên xwe yên pêşvebirina cîhanê nêzîkî du qat zêde kirine bi welatên Amrêka ya latîn , çar qat zêde kirî ye bi welatên biyabana Afriqa û pitirî du qatan ji bo seranserî cîhanê .

Amerîka tinê alîkariyên xwe yên pêşvebirinê zêde nekirîne belko kar kiriye karîgeriya xwe zêdetir biket. Wek projeyên dest pêşxeriya serok Bush li ser HIV û nesaxiya AIDSê her wesa bizava alîkariya binavê “Millennium Challenge Corperation” bo welatên dêmokrasî yê bazarên azad hembêz diken, û şerê gendelî yê diken û di warê xandin û saxlemî yê de sermaye gozarî yê diken.