Giropa Çarîne bo aştiya Rojhelata Navîn li Misirê kom dibe

Wezîra derve ya Israelî Tzipî Livnî û serokê Felestînî Mehmûd Ebbas roja yekşembî li havîngeha Şerem El-Şêx li Misirê digel Giropa Çarîne bo aştiya Rojhelata Navîn kom bun.

Giropa Çarîne ji Amerîka, Russiya, Netewên Yekgirtî û Yeketiya Ewropî pêk dihêt. Navbijîkerên aştiyê yên Giropa Çarîne daxaz kir ku piroseya aştiyê berdewam bibe li demê serokatiyên Amerîka û Israel dihêne guhertin.

Serokê helbijartî yê Amerîkî Barack Obama li meha yek ya sala 2009 dest bikar dibe û helbijartinên niştîmanî li meha du ya sala 2009 li Israelê dihêne kirin.

Di beyannamekê de Giropa Çarîne ragehand ku serok Ebbas û wezîra derve Livnî pêgiriyê berdewam bûna danûstandinên aştiyê ne.

Wezîra derve ya Amerîkî Condoleezza Rice, sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Kî Moon û karbidestên dî pişik darî di kombûna Şerem El-Şêx kirin.