Serokê Ajansa Navokîya Neteweyên Yekgirtî hêvîya xwe dubare kirîye jibo danustandinêt navbera Îranê û Obama

Serokê Ajansa Navokîya Neteweyên Yekgirtî hêvîya xwe dubare kirîye jibo danustandinêt navbera Îranê û rêveberîya Obama yê bi serokê Amerîka hilbijartî.

Roja sêşembîyê Muhammed El Baredai li Pragê got behs û miştûmirêt linavbera herdu alîyan da dikarî alîkarîya nehêlana alozîyê li ser programa navokîya Îranê ya kêşe-liser bike.

Dinav bizavêt hilbijartinê da birêz Barack Obama soz da ku tevî rêberê Îranê kom bibit û weku şikandina wê siyaseta heta niha serok George Bush birêve birî.

Serokê Ajansa Uza Atomîya Navnetewî berî niha bêzarîya xwe dubare kiribû jiber ku ew linavbera Ajansa xwe û Tehranê da asê maye.

Hejîyî gotinê ye nunerêt şeş hêzêt mezinêt cîhanê ku sengîyê dikine ser hindê Îran programa xwe ya navokî rabigrît, dê roja pêncşembîyê li Parîsê carek din kom bibin.