Felah Mostefa bersiva Malikî deteve

Roja Pêncşembî, li konfranseka rejnamevanîda, serok wezirê Iraqê Norî elmalîkî bi tondî rexne li partiyêt Kurdî girtin u got, bi rêka morkirna konteratêt neftê u hinartina hêza dijî hikometa Iraqê zêdegavî liser destorî kirye.

Liser vê çendê hevkarê me Heider Kerîm digel Felah Mostefa, berpirsê peywendiyêt derve li hikometa herêma Kurdistanê hevpeyvînek kirye.

Felah Mostefa dibijêt, berevajî hindê, herêma Kurdistanê baştirîn rol heboye demê Iraq li dest u darêt nazik u bizehmet boye u em boyn ko hemo aliyêt dî înane pêş da prosa aştiyê ya niştîmanî ya siyasî berev pêş bibeyn u got me pêgirtin heye bi destorî.

Bo guhdarî kirin, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike.