Kardarekê Iranî bi tawana sîxorî kirin bo Israelê hat sêdare dan

Hevwelatiyekê Iranî bi tawana sîxorî kirin bo Israelê hat sêdare dan.

Karbidestên Iranî dibêjin Elî Eştarî roja 17-ê meha 11 hat sêdare dan.

Dadgeha Inqilab ya Iranî li meha şeş hukimê sêdaredanê dijî Eştarî da, ku kardarekê 45-salî ye.

Dadgehê ragehand ku Eştarî amêrên peywendîkirin û parastinê dabîne karmendên dezgeha agehiya Israelî.