Gel û hin aborîzanên welatî jiber alîkarîya bo xelas kirina hin sazkarîyên Amerîka xemgînin.
Ajansa peyamên Bloomberg dibêje mesrefê alîkarîya aborîyê tev tevî hev ji heft trîlyon dolaran buhurîye û ji kîsî gel, serê kesê 24 hezar dolar mesrefê wê diçe. Ev jimar neh car li pareyên bo şerrên Afganistan û Iraqê zêdetir e.
Ev pareyên ku jibo alîkarîya aborîyê hatibûn eşkere kirin jibo dana deynên hin kompanyayên deyndar herwisa kirrîna sehmûsenedên hin bankayên ku ketine nav kêşeyê, jibo qerz dana hin şirketên mezin ku bi temamî têk neçin û jibo karên ku ne bi rêyek çak hatine damezirandin ji alî dewletê ve bêne kirrîn hate xerc kirin.
Hin aborîzan dibêjin dewletê berpirsyarîya bankayan û şirketên bi-kêşe bi pareyek gelek kêm wergirtîye û li paşerojê dê karibe ew bifroşe û bi vî awayî piranîya pareyên ji destçuyî dîsa bi destve bîne.
Belê li vê demê mesrefê alîkarîya aborîyê her diçe zêdetir dibe. Wek mînaka dawîn; dewletê berpirsyarîya qerzên 300 milyar dolarî yên Citibankê xiste stuwê xwe.