Dîplomat dibêjin endamêt Ajansa Navokîya Neteweyên Yekgirtî (IAEA) nêzîk dibin li rêkeftinekê sebaret hindê ka alîkarîya Surîyê bikin jibo ava kirina bingehek hêza navokî yan na.
Nunerên 35 welatan pişikdarî kombûneke Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî ne li Vienna ku têne çaverê kirin îro çarşembîyê behsê li ser wê pêşnîyaza hevpişk bikin.
Li jêr vê pêşnîyazê Welatêt rojavayî dê dest ji dijberî kirina xwe li hember daxwaza Surîyê berdin, da ku IAEA alîkarîya wan biket li ser vekolîna li dor demudezgehêt bingehek hêza navokîya Surîyê.
Li hember de jî dîplomat dibêjin wurda rêveberîya IAEA dê bersiva van nîgeranîyêt rojava bidet ku dur nîye Dîmeşq wê projê berev arasteyî leşkerî bibet.