Bi êrîşeke terorîstan li bajarê Mumbai bi kêmî 101 kes hatin kuştin

Karbidestên paytextê aborîya Hindistanê Mumbain dibêjin hinek pişkên bajêrî li jêr dorpêçkirinê de mayîne, çend demjimêran piştî ku tîmêt êrîşber yên bi giranî çekdar dest kirin bi êrîşeka jinişkêva bo ser çênd bingehan.

Alîyê kêm 101 weku kuştî hatine piştrast kirin ku dinav da serokê dijberî terorê Mumbai, Himend Karger. Fermandarê wilayeta Maharaşatra Vilastro Deşmux dibêjît wan xwe kir gorî ku jîyana xelkêt sivîl biparêzin.

Ew dibêjît 11 polîs û karbidestek pillebilindê dozgerîyê hatine kuştin. Nexweşxane tijî bûne qurbanîyan û desthilatdar dibêjin alîyê kêm 200 kes jî birîndar bûyîne.

Heta niha di encama wê êrîşê da ku bi awayek xurt hatîye plan kirin, kesên çekdar bi çekên otomatîk û hinarokan êrîş kirine ser du bingehêt rawestana şemendeferê, du hotêlêt binavûbang û nexweşxaneyekê û restoranek cihê gerîdeyan û bingehek rawestana gemîyan.