Karbidestên Amerîkî bi armanca nehêştina kêşeya navbera Hindistan û Pakistan berev Asya diçin

Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice û efserek pille-bilindê leşkerê wî welatî berev başurê Asya sefer dikin dinav bizavekê da bi merema kêm kirina alozîya navbera Hindistan û Pakistanê piştî wan êrîşên terorîstî yên bikuj ku heftîya buhurî li bajarê Mumbai çêbûn.

Karbidestên Wezareta Derve dibêjin xanim Rice li ber e îro çarşembîyê bigehîte New Delhi û serokê Supayet Hevpişkên Amerîka jî Admîral Mike Mullen her bi wê meremê seredana wê herêmê diket.

Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates digel karbidestên wezareta derve roja sêşembîyê pesna Hindistan û Pakistanê dan bo nîşandana sîngfirehîyê û herwisa gotin Amerîka çi çalakî û bizavek leşkerî bi dirêjahîya tixubê wan berçav nekirîye.