Banqên Ewropa dixwazin rêjeya qazancê kêm bikin

Du banqêt serekeyêt Ewropa têne çaverê kirin ku roja pêncşembîyê rêjeya qazancê kêm bikin li demekê da li seranserê cîhanê welat pilanêt nû eşkera dikin jibo parastina sîstemên diravîyên xwe ji wê alozîya aborîya cîhanî.

Banqê England û Banqê Navendîya Ewropa herdu têne çaverê kirin ku rêjeyên qazancên xwe hevseng bikin.

Roja çarşembîyê dengûbahsên Rusya jî raport dan ku Moskow plana dadirêjit jibo berdest kirina 11 milyar dolaran jibo piştrast kirina deynêt banqêt bazirganîyê.

Hikumet herwisa lêkolînê li ser darayîya welatî jibo kirîna deynêt avahîyan ji hindek banqan diket.

Li Tailadê jî banqa navendî roja çarşembîyê rêja qazancê jibo cara yekê heta yek ji sedê nizm kir ji sala 2007ê û pêda heta niha, ew jî bi merema vejandina aborî piştî çend mehêt ne tenahîya sîyasî di wî welatî da.