Serokê helbijartî yê Amerîkî Barack Obama dibêje aboriya Amerîka xiraptir dibe berî baş bibe.
Di hevpeyvînekê de digel bernama 'Meet the Press' ya televizyona NBC, birêz Obama got bêkar mana du milyon karkeran li Amerîka û lawaziya sistema diraviya nêvneteweyî "arîşeka mezine."
Serokê helbijartî got dema ew roja 20 meha yek wek serok dest bikar dibe yekser kar dike bo danana binyada pirojeyan ji bo peyda kirina delîvên karî.
Serokê helbijartî got pirojeyên wî aboriya Amerîka bihêz dikin.
Birêz Obama herweha got pêtivye hikûmet rêkê nedet kompaniyayên çêkirina otombîla birev îflas bûnê biçin.