Talibanên Afganistanê soz dayîne ku ew dê serbazên Amerîkî şikest bidin

Talibanêt Afganistanê soz dayîne ku ew dê serbazên Amerikî yêt zêdetir ku sala bihêt dê bigehine wî welatî şikest bidin.

Qumandarê Leşkerê Amerîka Admiral Mike Mullen got Washington dixwazît 20 hetanî 30 hezar serbazên zêdetirên Amerîka hetanî nîvîya sala 2009ê bihinêrîte Afganistanê.

Wî got piranîya serbazên têne hinartin dê berev başurê wî welatî bêne hinartin cihê ku milîtanêt Taliban pitir ji cihên din têde çalakin û tundûtûjî li wê derê zêdetir bûne.

Amerîka niha 31 hezar serbaz li Afganistanê hene.