Çekdarên Felestînî agirbest ragehand û moleta heftiyekê da Îsraelê

Çekdarên Felestînî li Kerta Xeze agirbest ragehand û dibêjin moleta heftiyekê dê dene Îsraelê da hêzên xwe li Xeze vekêşît.

Rêberê Hemasê Mûsa Ebu Merzûq roja yekşembî got di wê heftiyê de giropên çekdarên Felestînî hêrişan naken.

Roja şembî Îsraelê agirbesteka yek alî ragehand, belê şer û lêkdan her bedewam bûn.

Çekdarên Felestînî bi kêmî ve 12 muşek havêtine Îsraelê û firokên Îsraelî bingehên Hemasê kirine armanc.

Bi layekê dîve rêberên cîhanî, ji wan sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî, li Misrê kom dibin bi hîviya razî kirina Îsrael û Hemasê da agirbesteka dem dirêj rabigehînin.

Kombûna Şerem El Şêx ya roja yekşembî ji layê serokê Misrî Hûsnî Mubarek û serokê Ferensî Nicolas Sarkozy ve hatiye rêkxistin.