Runiştevanên Xezze îro duşembîyê jî mifa ji şevek hetanî qasekê aram û bêdeng wergirtin, piştî ku êrîşek sê heftîyan ji alîyê Îsraîlve li dijberî milîtanêt Hamasê bi ragihandina agirbesekê ji bal herdu alîyan ve cuda cuda bi domahî hat.
Îsraîl paşmayîyêt hêza xwe ji erdên Felestînî paşda dikêşît. Serokwezîr Ehud Olmert got ew dixwazit serbaz hindê zû ji Xezze bêne vekêşan.
Hamasê jî ragehand ew heftîyekê didine hêzên Îsraîl ku xwe paşda bikêşin.
Karbidestên Îsraîlê nedayîne zanîn ka ew çend serbazan bi paşda dikşînin lê huşdarî didin eger Hamas berdewam bît li ser avêtina mûşekan bo nav başurê Îsraîl, leşker dê bersivê bidet.
Hejîyê gotinê ye ku piştî agirbestê milîtanan 15 muşek girtine nav erdê Îsraîl û herwisa balafirêt şerkerêt Îsraîl jî armancêt Hamasê kirine hedef.